Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê girtiyên yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 38'an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'an de didome
3 ÇILE, 2024   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ku di 27'ê Mijdarê de girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya Girtiyên yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin di roja 38'an de didome.

Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeda Edealetê" kirin. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.