Geşedanên li Sûriyeyê û siberoja dewletê

Rojnameyan di rojevên xwe yên îro de geşedanên li Sûriyeyê, bandorên teqînên li Şamê, her wiha siberoja dewletê û derfetên pêşxistina aboriyê nirxandin.

Geşedanên li Sûriyeyê û siberoja dewletê
11 tîrmeh, 2026   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de dosyayên siyasî û aborî yên Sûriyeyê, bandorên pêşbaziya jeopolîtîk, pêdiviyên avakirina dewletê di qonaxa veguhêz de, her wiha pirsgirêkên li pêşiya reformên siyasî û bidestxistina baweriya veberhêneran nirxandin.

‘LI SÛRIYEYÊ PÊŞBAZIYA JEOPOLÎTÎK’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser teqînên li Şamê rû dane û diyar kir ku teqîn ji aliyê ewlehiyê zêdetir aliyên pêşbaziya jeopolîtîk di nav xwe de digire û girêdayî guhertinên herêmî û vegerandina cihê Sûriyeyê li herêmê.

Rojnameyê diyar kir ku cihê stratejîk ê Sûriyeyê dihêle ku bibe xaleke sereke ji bo berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî û aliyên ji van guhertinan zerarê dibînin, hewl didin bi rêya bêîstîqrarkirinê vê yekê asteng bikin.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser dema teqînan ku hemwextî serdana serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a Şamê pêk hat û wiha nivîsand: "Dibe ku ev bûyer peyameke siyasî yan destpêka qonaxeke nû ya pêşbaziya jeopolîtîk li Sûriyeyê bin."

‘JI YEKPAREBÛNA SÛRIYEYÊ WÊDETIR’

Rojnameya Independent Arabia da zanîn ku parastina yekparebûna Sûriyeyê ne tenê bi yekparçetiya axê ve sînordar e, di heman demê de avakirina dewletekê li ser bingeha şirîkatiya siyasî, hemwelatîbûn û demokrasiyê jî hewce dike.

Di nivîsê de ezmûnên parçebûn û yekitiyê yên di dîroka Sûriyeyê de hatin parvekirin. Hate gotin ku ezmûnên berê îsbat kirin ku yekparbûna axa Sûriyeyê bi nebûna beşdariya di rêvebirinê de têrê nakê.

Hate destnîşankirin ku pêvajoya heyî avakirina têkiliyên bi derve re, çareseriyên siyasî, avakirina destûrek nû, derxistina qanûnên partiyan û razimaniyê, her wiha avakirina dozgeriyeke serbixe hewce dike.

‘REFORMÊN ABORÎ BI ÎSTIQRARÊ VE GIRÊDAYÎ NE‘

Rojnameya El Ereb a li Londonê jî rakirina cezayan û baştirkirina pozîsyona navneteweyî ya Sûriyeyê wek derfeteke ji bo ji nû ve avakirina aboriyê bi nav kir. Lê diyar kir ku di encamê de serkeftin bi piştgiriya derve tenê na, di heman demê de bi pêkanîna reformên sazûmanî yên rasteqîn ve girêdayî ye.

Li gorî rojnameyê, kişandina veberhênanê bikaranîna sermaye û pisporîya sûriyeyiyên li derveyî welêt, hawîrdoreke qanûnî ya aram, dadweriyeke serbixwe û qanûneke zelal hewce dike. Her wiha bal kişand ser vê xalê ku cihê erdnîgarî yê Sûriyeyê derfetê dide wê ku bibe navendeke herêmî ji bo bazirganî û lojîstîkê, lê bidestxistina vê yekê bi avakirina saziyên bibandor û xurtkirina şefafiyetê û serweriya qanûnê ve girêdayî ye da ku baweriya veberhêneran bi dest bixe.

(bb)