Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatin kuştin

Li herêmên Sûriyeyê di encamê rêzebûyerên ewlehî û cînayetan de 8 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kes hatin kuştin
11 tîrmeh, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmên cuda yên Sûriyeyê dane, di 24 saetên dawîn de 8 kes hatine kuştin. 

Ciwanekî 20 salî li bajarokê El Rehîba yê Şamê ji hêla çekdarên nenas ve hat gulebarankirin û di cih de jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Dareyayê cenazeyên 2 xwişkan û zarokeke 12 salî di hundirê maleke nêzî benzînxaneya El Namûs de hatin dîtin, li ser cenzayên wan şopên îşkencekirina bi amûrên tûj hebûn.

Li nêzî benda kontrolê yê di navbera gundê Qibet El Şêx û bajarokê Tirhînê yê lli bakurê Helebê de endamekî Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî di êrişa çekdarên nenas ên li ser motorsîklêtê de hat kuştin.

Li gundê Xilnîra yê herêma Efrînê cenazeyê kalemêrekî bi guleyan hatibû kuştin, di nava zeviyên zeytûnan de hate dîtin.

Li derdora gundê Um El Riman ê Siwêdayê ciwanek di encamê teqîna mayînekê de hat kuştin. Li bajarê Siwêdayê zaroka bi navê Lujeyn Enwer El Qintar, piştî ku apê wê benzîn bi ser bedena wê de avêt û agir pêxist, li mala bapîrê xwe di encamê birîna xwe de jiyana xwe ji dest da.

(sb)