Serokê Meclisa Qamişloyê ya Kongra Îslama Demokratîk  wefat kir

Serokê Meclisa Qamişloyê ya Kongra Îslama Demokratîk a Bajarê Qamişlo û endamê Komîteya Kar û Barên Mizgeftên Qamişloyê Mele Mihemed Seîd Mele Ebdulwehab wefat kir.

Serokê Meclisa Qamişloyê ya Kongra Îslama Demokratîk  wefat kir
11 tîrmeh, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê Meclisa Qamişloyê ya Kongra Îslama Demokratîk û endamê Komîteya Kar û Barên Mizgeftên Qamişloyê Mele Mihemed Seîd Mele Ebdulwehab duh (10 Tîrmehê) wefat kir.

Kongreyê diyar kir ku Mele Mihemed Seîd Mele Ebdulwehab di jiyana xwe de banga îslahkirin û xizmeta civakê dikir, bi dilsozî û fedakarî di xizmeta mizgeftan û xebatên olî de dihat naskirin.

Di daxuyaniyê de kongreyê ji ber wefata Mele Mihemed Seîd xemgîniya xwe nîşan da û sersaxî ji malbat, hevalên wî û endamên kongreyê re xwest.

Daxuyanî bi lavayên ji bo daxwaza rehmetê bi dawî bû.

(sb)

ANHA