Fransa dê der barê Ukrayanyê de lûtkeyekê lidar bixe
Serokkomarê Fransayê diyar kir ku welatê wî dê li Parîsê lûtkeyekê der barê Ukraynayê de li dar bixe û got: " Di lûtkeyê de dê domandina bihêzkirina desteka leşkerî bo Ukraynayê were nîqaşkirin û ji bo avakirina modeleke leşkerî ya domdar û nerm jî dê xebat bê kirin."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro ragihand ku dê Pêncşema bê lûtkeya nû bi mijara Ukraynayê li Parîsê were lidarxistin. Li gorî Macrondi lûtkeyê de dê awayên piştgirîkirina hewldanên aştiyê yên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de werin nîqaşkirin.
Serokkomarê Fransayê li ser hesabê xwe yê fermî yê ’X’ diyar kir ku dewletên ku dixwazin ji bo peydakirina peymana aştiyê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de alîkar bin wê beşdarî lûtkeyê bibin. Her wiha daxuyand ku dê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî beşdar bibe.
Macron anî ziman ku di lûtkeyê de dê domandina bihêzkirina desteka leşkerî bo Ukraynayê were nîqaşkirin. Her wiha got, "ji bo avakirina modeleke leşkerî ya domdar û mayînde ku karibe li hemberî gefên muhtemel ên Rûsyayê bibe bersiv dê xebat bê kirin."
Macron destnîşan kir ku di lûtkeyê de dê diyarkirina garantiyên ewlehiyê yên ku hêzên Rûsyayê karibin pêşkêş bikin werin nîqaşkirin û got, parastina aştiyê wekî armancekî sereke ya lûtkeyê be.
Macron diyar kir ku ji bo misogerkirina domdariya her agirbesteke muhtemel pêwîstiya Ukraynayê bi piştgiriyeke pêbawer heye û got, ku ev piştgirî dê pozîsyona wê di danûstandinên muhtemel ên li gel Rûsyayê de jî xurt bike.
(bb)