Şêniyên Çilaxayê: Heta ku dewleta Tirk nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê bidomîne aştî nabe

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku heta dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên dijminane yên li ser gel û Rêber Abdullah Ocalan bidomîne, dê li herêmê aştiya rastîn pêk neyê.

Şêniyên Çilaxayê: Heta ku dewleta Tirk nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê bidomîne aştî nabe
22 adar, 2025   07:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê têkildarî berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tevî agirbestî jî, nerazîbûna xwe nîşan da. 

Di 27’ê Sibata 2025`an de Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bangeke dîrokî kir, banga rawestandina şer û avakirina zemîna pêvajoyeke aştiya rastîn kir. Erdogan pêşwazî li vê vexwendinê kir û got Tirkiye ketiye qonaxeke nû û rê nade tu alî vê pêvajoyê têk bibin. Lê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, her wiha sîstema îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî dewam dike.

Şêniya bi navê Menal Mihemed Medhûr ji ajansa me re der barê mijarê de axivî û got: "Banga Rêber Ocalan banga ewlekarî û aştiyê bû, lê Tirkiyeyê bersiv neda vê bangê. Em li bendê bûn ku piştî banga rêbertî aştî li herêmên me pêk were, lê êrişên dewleta Tirk nesekinîn û zêdetir bûn. "

Menal her wiha got: "Tirkiyeyê di hewldanên xwe yên aştiyê de ne cidî ye. Hewl dide di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan derxîne û projeya me ya demokratîk têk bibe, lê em ê teslîmî daxwazên wê nebin. "

Şêniya bi navê Zeynep Reşîd got: "Li ser banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, HPG û YJA-Starê weke pêngava yekem a aştiyê agirbest ragihandin. Lê Tirkiyeyê bi berdewamî herêmên me bombebaran dike û nîşan dide ku ew di hewldanên xwe yên aştiyê de ne cidî ye.”

Şêniyê bi navê Husam Hisên da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê ji bo kêmkirina arîşeyên navxweyî tiştekî nake. Her wiha destnîşan kir ku ji bilî bersivdayîna banga Rêber Kurd Abdullah Ocalan ti rêyeke ewle li pêşiya Tirkiyeyê nîn e. Husam wiha pê de çû: "Eger li ser vê rêyê bidome wendahiya herî mezin dê li Tirkiyeyê bibe. Em jî weke gel heta azadiya fizîkî ya Rêberê me pêk were em ê piştgiriyê bidin banga Rêberê xwe."

(k)

ANHA