Newroza Qendîlê bi dawî bû
Şahiya Newroza Qendîl ku bi hezaran kes ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bû bi boş û gerandina govendê bi dawî bû.

Qada Newrozê bi alên PKK’ê û wêneyên Rêber Apo hatine xemilandin û gel bê navber dirûşmeyên dilosoziya bi Rêber Apo re diqêrin.
Di şahiyê de Hunermend Seîd Mîhrdad, Medya Hesen, Serdar Azad, Koma Mexmûr, Koma Govendê ya Rojava, Seman Salih, Dinya Xan, Rêvîn Aras derketin ser dikê û gel bi coş kirin.
Di dewama şahiyê de Koma Awaza Çiya derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Li bendê bû koma Şehîd Bêrîvan a Şengalê jî tevlî pîrozbahiyê bibe, lê ji ber aloziyên li Şengalê nikarî amade bibin.
Dawiyê girseya gel bi dirûşim û gerandina govendê dawî li pîrozbahiya Newroza Qendîl hat.