DYA’yê bersiva pêşniyara Îranê da

Wezîrê karên derve yê Îranê têkildarî pêşniyara 7 rojan bersivek ji DYA’yê wergirt, tê payîn ku îro li Tehranê nîqaş bê kirin.

DYA’yê bersiva pêşniyara Îranê da
30 îlon, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Îranê bersiva Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya têkildarî pêşniyara 7 rojan wergirt û tê payîn ku ew îro li Tehranê nîqaşê bidin meşandin. Hate destnîşankirin ku nakokiya sereke ya di navbera Washinton û Tehranê de ne girêdayî xalên planê ye, girêdayî gav û mekanîzmaya pêkanîna wê ye.

Li gorî ajansê plana ku li ser diyalog tê meşandin, ji planeke ji bo 7 rojan a bi armanca avakirina baweriya di navbera her du aliyan de pêk tê.

(sb)