‘Yekitî rêya bidesxistina mafan û xurtkirina hebûna siyasî ye’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê û mamosteyeke li bajêr bal kişand ser girîngiya yekitiyê û diyar kir ku yekitî bingeha xurtkirina hebûna siyasî û misogerkirina mafan e.

‘Yekitî rêya bidesxistina mafan û xurtkirina hebûna siyasî ye’
7 gulan, 2026   05:25
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Bangên ji bo yekitiya Kurdan zêde dibin. Mamoste Ayhan El Yûnis a li Til Temirê got qonaxa heyî ji ber zêdebûna pirsgirêkên li herêmê ferz dike ku Kurd bibin yek.

Ayhanê bal kişand girîngiya rola medyayê di piştgiriya van hewldanan de û bilindkirina asta hişmendî û berpirsyariyê giştî de û got: "Gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê kir ku helwesta xwe bikin yek û bi hev re bixebitin da ku mafên neteweyî, bi taybet li Sûriyeyê, bi bicihkirina nasnameya Kurd û zimanê kurdî di destûrê de garantî bikin."

Ayhanê diyar kir ku bidestxistina van armancan hewceyî îradeyeke siyasî ya rastîn û berdewamiya têkoşîn û çalakiya hevbeş e ji bo bidestxistina mafan.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Ridwan El Xelef diyar kir ku gelek caran di nav meclisan de dengekî yekgirtî yê Kurdan tune ye û helwestên cuda bandora wan qels kiriye û vê yekê bandoreke neyînî li ser hêza wan a dan û standinên bibandor kiriye.

El Xelef got: "Ji bo gelê Kurd girîng e ku hêz û helwesta xwe bike yek, ji ber ku dabeşbûna berdewam tê wateya windakirina mafan û têkçûna bidestxistina daxwazên wan. Yekitî tenê rêya yekane ye ku dengê Kurdan bi hêz û bi bandor be, hem di warê siyasî de û hem jî di forumên fermî de."

El Xelef her wiha got: “Bidestxistina mafan hewceyî helwesteke yekgirtî û îradeyeke hevpar di navbera hemû aliyên Kurd de, bi taybet partîyên siyasî ye da ku nûnertiya rastîn di forum û navendên biryardanê de misoger bikin."

Ridwan El Xelef di dawiyê de got: "Kurd li herêmê xwedî hêzeke girîng in, lê ev hêz tenê bi yekitî û hevgirtinê dê were bidestxistin, eger wiha nebe dê maf ji dest herin û derfet dê winda bibin."

(k)

ANHA