Şêniyên gundên Til Temirê vedigerin gundên xwe

Şêniyên gundên bakurê Til Temirê piştî salên koçberiyê hêdî hêdî vedigerin gundên xwe. Şênî ji ber wêranî û nebûna xizmetguzariyê zehmetiyan dikişînin.

7 gulan, 2026   07:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî 7 salên koçberiya bi darê zorê, şêniyên gundên li ser xetên pêşîn ên bakurê Til Temirê dest bi vegerê kir. Gundî ji ber wêrankirina gundan û nebûna xizmetên bingehîn zehmetiyan dikişînin.

Heta niha şêniyên gundên li ser rêya Til Temir û Zirganê, wekî El Derdara, Xeşm El Zergan, Qubur El Qerajna, Şêx Elî, Mislata û Ebûş vegeriyan gundên xwe lê rastî wêraniyeke berfireh hatine.

Bi vegera gundiyan re, Meclisa Gundê Qubûr El Qerajna ku bi Meclisa Bajarê Til Temirê ve girêdayî ye, serdana malbatan dike da ku malên zirardîtî tomar bike û agahdariya xwediyên wan belge bike. Armanca vê yekê ew e ku asta ziraran were destnîşankirin û ji bo hewcedariyên siberojê planek were pêşxistin.

Serokê meclisê Hesen Oso têkildarî mijarê got: "Em rojane serdana gundên li ser rêya Til Temir-Zirganê dikin da ku malên wêranbûyî bihejmêrin. Ji sedî 80’yê malên li van gundan wêran bûne, her wiha gelek mayîn û teqemenî jî hene ku ji bo şêniyan xetereyeke mezin e.”

Oso diyar kir ku şênî dixwazin vegerin û karê xwe yê çandiniyê ji nû ve bidin destpêkirin, lê ew bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Bi taybet ji ber wêraniya li gundên wan bûye û her wiha nekarîna wan a gihaştina zeviyên xwe ji ber ku bendên axê li nav erdên wan hene, her wiha ew ditirsin ku ji hêla baregeha artêşa Tirkiyeyê ya li gundê El Menaxê ve werin hedefgirtin.

Oso diyar kir ku li gundên li ser rêya Til Temir-Zirganê hema bêje tu nîşanên jiyanê nîn in, xizmet û binesazî pir kêm e û elektrîk û av tune ne ku vegera rewşa normal asteng dike.

Oso diyar kir ku hewldanên berdewam ji bo peydakirina xizmetguzariyên bingehîn berdewam in da ku alîkariya vegera şêniyan bikin û herêmê ji nû ve vejînin.

(k)

ANHA