Dewleta Îranê careke din êrişî kolberan kir: 1 Kuştî, 8 birîndar

Êrişên hêzên Îranê yên li dijî kolber û kasibkarên Kurd didomin. Di êrişên duh de kolberek jiyana xwe ji dest da û 8 kolber jî birîndar bûn.

Dewleta Îranê careke din êrişî kolberan kir: 1 Kuştî, 8 birîndar
9 tîrmeh 2024   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, duh li devera sînorî ya Birwêşkan a girêdayî bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê gule li komek kolber û kasibkaran barand. Di encamê de welatiyê bi navê Newîd Hesenî (22) birîndar bû.

Li gorî heman nûçeyê, duh li devera sînorî ya Hengejal a Bane carek din hêzên Îranê gule li komek kolber barandin. Ji ber gulebaranê kolberek bi navê Rêbwar Reşîdî ji lingê xwe ve birîndar bû.

Her wiha hat diyarkirin duh li devera sînorî ya Newsud a li parêzgeha Kirmaşan jî hêzên rejîmê gule li komek kolber barandin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Eyub Mihemedî jiyana xwe ji dest da û 6 kolberên din jî birîndar bûn.