Di êrişên Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di topbarana Ukraynayê li ser herêma Belgorodê ya li ser sînorên Rûsyayê de 4 kes hatine kuştin.

Di êrişên Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin
9 tîrmeh 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Belgorod a Rûsyayê Vyaçeslav Gladkov li ser hesabê xwe yê "Telegram "got: "24 saetên dijwar di ser herêma Belgorodê re derbas bûn. Di wan saetan de 4 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn. Hîna 17 kes ji wan birîndaran li navendên tenduristiyê ne û rewşa 2 kesan jî kirêtîk e." 

Şaredarê Belgorodê ragihandibû ku hêzên Ukraynayê bi şev li gelemperiya herêmê êriş kirine.

Rayedarên rûs ragihandin ku li herêmên Kursk, Voronezh, Volgograd, Rostov û Astrakhan ên li rojava, êriş pêk haitne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 38 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li herêmên nêzî sînor, xistine xwarê.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, piştî êrişa Ukraynayê rêveberiya balafirxaneyên Astraxan û Volgograd li ser rêwîtiyan qeyd danîne.

Beriya êrişa Ukraynayê, li gorî serokê Ukraynayê Voldomîr Zelensky, Rûsyayê duşemê êriş Ukraynayê kiribû û di encamê de herî kêm 37 kes hatibûn kuştin. Di nav de 3 zarok hene û zêdetirî 170 kes birîndar bûbûn, zirar li 100 avahiyan bûye, di nav de dibistan û nexweşxaneyên zarokan hene.

(şx)