16 filistînî hatin kuştin

Hate ragihandin di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 16 filistînî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

16 filistînî hatin kuştin
9 tîrmeh 2024   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tenduristiyê wergirtine ragihand ku di topbarana Îsraîlê ya li dijî kampa nû ya El Nuseyrat a li Xezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî WAFA’yê, balafirên Îsraîlê li nêzî çerxerêya El Xefrî ya bakurê Xezayê mal bombebaran kirin, di encamê de 6 filistînî hatine kuştin. Tîmên tenduristiyê jî, pitikek xilas kir.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku di topbarana Îsraîlê ya li dijî herêma El Lebabîdî ya bakurê Xezayê de 3 kes hatine kuştin û 3 din jî birîndar bûne.

Çavkaniyan da zanîn ku herêmên rojavayê taxa Til El Hewa ya başûr rojavayê Xezayê ji aliyê helîkopterên Apache ve hatiye bombebarankirin.

Çavkaniyeke din ji nexweşxaneya El Ewde ya El Nuseyrat ragihand ku gelek birîndarên di êrişa li deriyê dibistaneke UNRWA ya li kampa nû ya El Nuseyrat de birîndar bûne, li nexweşxaneyê têne dermankirin.

(şx)