Çîn: Çalakiyên Hûsiyan bandorê li me dike

Berpirsê balyozxaneya Çînê yê li Yemenê hişyarî da ku dibe şerê li Deryaya Sor ji kontrolê derkeve û got, êrişên Hûsiyan bandorê li wan dike.

Çîn: Çalakiyên Hûsiyan bandorê li me dike
23 sibat 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Çînê yê li Yemenê Shao Zheng got, êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor bandor li Çînê kiriye.

Shao Zheng duh li Riyadê di civîneke çapemeniyê de ev agahî da: "Rûdanên li Deryaya Sor bandor li Çînê kir, lêçûna veguhestina deryayî û keştiyan bilind dike. Hinek keştiyên çînî neçar dimînin di Afrîkaya Başûr re derbas bibin. Ev jî dibe sedem ku lêçûna derbaskirina wan bilind bibe mesefe û dem jî dirêj dibin."

Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Çînê hişyarî da ku dibe şerê li Deryaya Sor ji kontrolê derkeve. Her wiha banga parastina ewlehiya hevbeş a Deryaya Sor û rêzdariya li hemberî serdestiya welatên nêzî deryayê kir.

(bb)