Efserekî hikumeta Şamê hat kuştin
Li gundewarê bakurê Derayê ya başûrê Sûriyeyê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li nêzî gundê Feqîh ê bakurê Derayê ya başûrê Sûriyeyê di encama êrişeke sûîqastê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.
SOHR da zanîn ku êriş ji aliyê komeke çekdar ku nehat naskirin girêdayê kê ye ve hate kirin. SOHR destnîşan kir ku efserê hatiye kuştin ji gundewarê Hemayê ye û di Firqeya 9’an a hikumeta Şamê de ye. Her wiha diyar kir ku efserê kuştî li ser bendeke kontrolê ya di navbera bajarê Casim û gundê Beqîh ve kar dikir.
Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka Çilaya îsal ve ji ber aloziya ewlehiyê ya li Derayê 59 kes hatine kuştin.
(bb)