Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê şehîdên 23'yê Sibatê yên berxwedana li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê bi bîr anîn.

Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
Şehîdên 23'yê Sibatê hatin bibîranîn
23 sibat 2024   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

23’yê Sibatê 2015’an çeteyên DAIŞ’ êrişên gundên Asûriyan ên girêdayî navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê kirin û komkujî pêk anîn. Li hemberî van êrişan berxwedanek hat nîşandan û gund ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Bi vê boneyê Komîteya Hemahengî û Şêwirî ya Partiyên Neteweyî yên li Sûriyeyê merasîmek bi dirûşma "Ji Sêfo heta Similê…berxwedana me didome" li dar xist. Merasîm li hola Dêra Qedîse ya li navenda navçeyê hat lidarxistin. Bi dehan welatiyên Suryan, Asur, Ereb û Kurd, nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî yên li navçeyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasaîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û bi vê boneyê gelek peyam hatin xwendin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mêrza şehîdên êrişê di salvegera salvegera 9'emîn de bi bîr anîn û soz da ku dê xebatê dewam bikin heta qatil werin cezakirin.

Rêveberê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabrîêl Moşî bal kişand ser berdêlên ku şehîdan dane û got: "Bi saya şehîdan em li vir in."

Moşî banga pêkanîna biryara  Neteweyên Yekbûyî ya 2254 û avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya pirreng kir.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm bi bîr xist ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê şêniyên 33 gundên Asuriyan koçber bûne, bi dehan kes hatin kuştin, mal û dêr jî hatin wêrankirin. Bersum got, li gorî qanûnên navneteweyî ev sûc qirkirina komî li dijî gelê Aşûrî yê Suryanî ye.

Bersûm destnîşan kir ku bi hevgirtina pêkhateyên herêmê tê parastin.

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanên Asûrî Cemîl Behî Osî soza şopandina rêya şehîdan da.

Cemîle Kako yek ji jinên ku di 23'yê Sibata 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin, hovîtiya çeteyan vegot.

Di dawiya merasîmê de mûm hatin pêxistin.

 (mh)

ANHA