Bûyerên Ceremana û şêwaza hikûmeta nû ya Sûriyeyê mjarên rojnameyan bûn

Bûyerên li Cermana tirsa fitneyeke mezhebî ya plankirî derxistiye holê, her wiha der barê şêwaza hikûmetê li Sûriyeyê piştî Esed  gelek pirs tên kirin.

Bûyerên Ceremana û şêwaza hikûmeta nû ya Sûriyeyê mjarên rojnameyan bûn
30 nîsan, 2025   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşdanên şer û pevçûnên li bajarê Ceremana yê Sûriyeyê û zêdebûna pirsan derbarê şêwaza hikûmetê li Sûriyeya nû de nivîsîn.

ÇÎROKA FITNEYÊ Û PEVÇÛNÊN MEZHEBÎ LI CERMANA... Û "DESTÊN VEŞARTÎ YÊN BI GUMAN"

Rojnameya El Nahar hûrgiliyên pevçûnên tund ên ku li bajarê Ceremana yê Sûriyeyê serê sibeha Sêşemê qewimîn eşkere kir, piştî ku komên çekdar ên tundrew êrişeke dijwar pêk anîn, ji ber tomareke dengî ya çêkirî ya li ser navê Şêxê Durzî Merwan Kiwan ku tê de heqaretên olî hebûn.

Di encama pevçûnan de kuştî û birîndar çêbûn, her wiha arîşe û aloziya mezhebî kûr bû, bi taybetî piştî ku şandeke Durzî serdana Îsraîlê kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku serkirdayetiya ruhanî ya Durzî û Wezareta Karên Hundir piştrast kirin ku ew tomar çêkirî ye, û hişyarî dan li ser "destên veşartî" ku hewl didin pevçûnên mezhebî gur bikin da ku xizmeta projeyên parçekirina Sûriyeyê bike.

PIRSÊN ARAMIYA Û ŞÊWAZA HIKÛMETÊ DI SÛRIYEYA NÛ DE

Dîse der barê Sûriyeyê de rojnameya El Ereb a Londonî bal kişand ser nezelaliya rewşa Sûriyeyê piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed, û bal kişand ser vê yekê ku di qonaxa veguhêz de gelek aloziyên navxweyî û derve rû dan, di nava nêrînên nakok ên der barê şêwaza hikûmeta nû de.

Rojnameyê du modelên berevajî hev yên ku ji bo Sûriyeya nû tên pêşkêşkirin nîşan dan: Modela Tirkî ya ku Enqere piştgirî dide û modela Îranî ku nusxeyek ji rêbaza Welî El Feqîh a Îranê e. Rojnameyê hişyarî da ku kopîkirina yek ji van modelan dikare cudabûnên kûrtir bike û hêviyên Sûriyeyiyan têk bibe.

Rojnameyê tekez kir ku kêşeya herî mezin yekkirina komên çekdar di bin serpereştiya niştimanî û avakirina artêşeke yekgirtî ye. Her wiha diyar kir ku  divê şêwazeke himûmetê ku cihêrengiya civaka Sûriyeeyê nîşan dide û serweriya wê diparêze bê xurtkirin.

Rojnameya El Ereb a Londonê tekez kir ku êdî aloziya Sûriyeyê  ne tenê di nav hêzên xwecihî de ye, lê bûye meydana nakokiyên navdewletî, li gorî biryarên derve ku ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyeyê ne tê birêvebirin. Ev yek pirsa şêwaza hikûmetê yê siberojê dike yek ji mijarên siyasî yên herî tevlihev li Sûriyeyê.

(k)