Federasyona Gaziyên Şer ji bo  banga  Rêber Apo rêzesemîner li dar xistin

Têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, rewşa li herêmê û şerê taybet ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gaziyên şer rêzesemîner hatin lidarxistin.

Federasyona Gaziyên Şer ji bo  banga  Rêber Apo rêzesemîner li dar xistin
30 nîsan, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî kantona Firatê, Til Temir, Til Birak, Qamişlo, Til Hemîs, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê yên Kantona Cizîrê di navbera 22-29’ê Nîsanê ji aliyê rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo gaziyên şer têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo, rewşa li herêmê û şerê taybet rêzesemîner pêk hatin.

Semîner ji hêla endamên rêveberiya FGBRS’ê Egîd Efrîn ve hatin dayîn.

Egîd Efrîn  derbarê wate û girîngiya banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand û wiha got: “Divê di serî de gaziyên şer xwedî bang û pêvajoya Rêber Apo derkevin û li hember her geşedaneke muxtemel baldar bin. gaziyên şer li ku derê dibin bila bibin divê di têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.”

Di rojeva duyemîn de jî têkildarî guhertin û veguhertinên li herêmê û bi taybet li Sûriyeyê jî rû didin nirxandinên girîng çêbûn. Egîd Efrîn diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya nû modeleke herî guncav e û wiha got: “Divê her kes zanibe ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya ked û têkoşîna şehîdên me û Rêber Apo ava bû û pêş ket. Em ê heya dawiyê xwedî li şoreşa xwe û gelên xwe derkevin. Em pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin silav dikin.”

Di semîran de herî dawî jî li ser şerê taybet ê hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan pêş dixin jî pirs, nîqaş û nirxandin çêbûn. Di axaftinan de hate gotin ku li hember şerê taybet divê di serî de jin û ciwan civakê serwext bikin. Gaziyên şer, di nirxandin û nîqaşên xwe de diyar kirin ku kesên xwe bi felsefe, fikir û bîrdoziya Rêber Apo perwerde dikin, dikarin civaka xwe jî ji her cure tehdît, êrîş û metirsiyan biparêzin.