Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 18 kes hatin kuştin

Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 18 kes hatin kuştin, li Sahnaya qedexeya derketina derve hat ragihandin û rewşa ewlehiyê xerbatir dibe.

Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 18 kes hatin kuştin
30 nîsan, 2025   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Sûriyê de, demekî berê dengê ku tê gotin Îslamê heqaret dike, li ser înternetê belav bû û alozî û şer berdewam e.

Li gorî agahiyên Mafên Miroyan a Sûriyê (SOHR) hat diyar kirin di şerên ku di navbera komên cuda de li herêmên Eşrefiye û Sehna yê Şamê çêbûn û hêzên rejîmê jî tevlî bûn, 18 kes hatin kuştin.

Rejîm li herêmê yasaka derketina derve îlan kir, û tê gotin ku gelek sivîl herêmê terikandin.

Çİ QEWİMÎ?

Çend roj berê, dengê ku tê gotin Îslamê heqaret dike, li înternetê belav bû û li gelek herêmên Sûriyê şerên mezhebî dest pê kir.

Li bajarê Ceramana yê girêdayî Şamê dest pê kir û zû li Humus, Şam û Suwayda belav bû. Di van şeran de 3 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

(k)