Artêşa dagirker bejahiya Dihokê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa dagirker bejahiya Dihokê topbaran kir
22 adar, 2024   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, beriya nêzî 30 deqeyan artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Berçî û derdora wê yê girêdayî herêma Metîna ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ve topbaran kir.

Li gor agahiyên ku xelkê gundê Berçî dane, 5 guleyên topan ber malên welatiyên gund ketine û diyar kirin ku ji bilî zerera madî tu zerera canî çênebûye.