Banga ji bo berdana ava stasyona Elokê û bidawîkirina azarên şêniyên Hesekê

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ava ji stasyona Elokê li ser zêdetirî milyonek û nîv şêniyên bajarê bajarê Hesekê û gundewarên wê biriye. Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê banga vekişîna hêzên Tirk ji herêmê û berdana ava Elokê kir.

Banga ji bo berdana ava stasyona Elokê û bidawîkirina azarên şêniyên Hesekê
Banga ji bo berdana ava stasyona Elokê û bidawîkirina azarên şêniyên Hesekê
Banga ji bo berdana ava stasyona Elokê û bidawîkirina azarên şêniyên Hesekê
Banga ji bo berdana ava stasyona Elokê û bidawîkirina azarên şêniyên Hesekê
8 sibat, 2026   03:45
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2019`an de ava ji stasyona Elokê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut kiriye, bi qasî 1,5 milyon şêniyên li Hesekê û gundewarê wê rastî yek ji krîzên avê yên herî giran ên li Sûriyeyê tê ku şênî ji bo peydakirina ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin.

Piştî peymana 29`ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, niha bal li ser bajarê Serê Kaniyê ye û bi taybetî li ser stasyona Elokê ye, ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarên derdora wê.

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Hecî Bişar Ehmed der barê mijarê de ji ajansa me re got: "Piştî ku dagirkeriya Tirkiyeyê dest danî ser stasyona ava Elokê, ku avê dida bajarên Hesekê û Til Temir û deverên gundewarên derdora wan, ava Elokê hema hema bi tevahî qut bû.”

Ehmed wiha dewam kir: "Di vê demê de, me hewl da bi tankerên girêdayî saziyan û tankerên taybet, avê peyda bikin û belav bikin." Her wiha  destnîşan kir ku tankerên avê bijarteyeke ji neçarî bû û bihayê avê li ser şêniyan giran bû.

Ehmed wiha lê zêde kir: "Me hewl da piraniya bajêr bi rêya tankerên girêdayî Rêveberiya Avê ya Hesekê dabîn bikin, lê ew têra tevahiya bajêr nekirin."

Ehmed wiha dewam kir: "Piştî rêzehevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û di encama têgihîştinên çêbûyî de em dixwazin dewleta Tirk ji Serêkaniyê vekişe û radestî xelkê wê bike û ava stasyona Elokê veke û wê wek karteke siyasî bi kar neyne.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Hecî Bişar Ehmed ev lê zêde kir: "Em dixazin av were berdan û e êşê bi dawî bibe, da ku şênî hest bikin ku li vî welatî destpêkek nû heye. Armanca me ji destpêkê ve ew e ku şênî bi rûmet û azadî bijîn."

ANHA