Jinên ji Kobanê: Tevî dorpêçê jî em di berxwedanê de biryardar in

Jinên ji bajarê Kobanê diyar kir ku tevî dorpêça herî giran li ser bajarê Kobanê û zehmetiyan jî, ew di xeta berxwedanê de biryardar in.

Jinên ji Kobanê: Tevî dorpêçê jî em di berxwedanê de biryardar in
8 sibat, 2026   06:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî dorpêça herî giran a li ser Kobanê jî ew di ya xwe de biryardar in. jinan nêrînên ji ANHA`yê re anîn ziman.

`TEVÎ DORPÊÇA GIRAN, GEL DI BERXWEDANÊ DE BIRYARDAR E`

Felek Yûsif diyar kir ku gelê Kobanê û koçberên ku niha di Kobanê de jiyan dikin, di nava gelek zehmetiyan re derbas dikin, got: "Ev demeke dirêj e gelê ku li Kobanê jiyan dikin, rûbirûyî zehmetiyên nebûna av, xwarin, elektirîk, derman, sotemenî û inhernêtê ne. Lê tevî vê yekê jî gel bi israreke herî mezin li ber xwe dide û xeta berxwedanê ji xwe re hilbijartiye."

Felek destnîşan kir ku gelê Kobanê hemû koçber di nava malên xwe de hewandine, got: "Em di qonaxa şerê gel ê şoreşgerî de ne, gel bi hemû hêza xwe li ber xwe dide û têkoşîn dike, da ku axa xwe ji çeteyên hovane biparêze. Gel dixwaze bi îrade û bi zimanê xwe di nava bajarê xwe de bijî."

Dicle Îbrahîm Mislim dorpêça giran a li ser Kobanê di nava 17 rojan de dewam dike, got: "Tevî ku em di dorpêçê de ne û her çar aliyên me girtîne, lê em tu carî dest ji berxwedanê bernadin. Ji ber ku berxwedana me parastina rûmeta me ye. Em ê hata dawiyê li ber xwe bidin û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin."

`EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN`

Dicle da zanîn ku piranî kesên koçber ne cara yekemîn e ku ji malên xwe koçber dibin, hin kes hene ku cara çeremîn e ji malên xwe koçber dibin. Dicle axivî ku: "Têkoşîna me wê her tim berdewam be û em ê bi şerê gelê şoreşgerî û israra xwe ya berxwedanê bi ser bikevin. Em xwedî şehîd in, em ê axa xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatî rizgarkirin, biparêzin."

Evîn Berewad anî ziman ku berxwedana ku gel dike, berxwedaneke herî pîroz e, axivî: "Em li ber xwe bidin heta kêliya dawiyê li ber xwe bidin. Gelê Kobanê tevî êriş û zehmetiyan lê di nava berxwedanê de ye. Rast e em koçber û di nava dorpêçê de ne, em tu carî xeta xwe ya berxwedanê bernadin."

(fr)

ANHA