Axios: Dibe ku Washington mûşekên Tomahawk bide Kievê

Trump bi hevpîşeyê xwe yê Ukraynayê Zelinsky mijara dana mûşekên Tomahawk ji bo Kievê nîqaş kir. Li hemberî wê Rûsyayê hişyarî da û got ku ew gav dê şer girantir bike.

Axios: Dibe ku Washington mûşekên Tomahawk bide Kievê
11 cotmeh, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Axios" a Amerîkî da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi hevpîşeyê xwe yê Ukraynayê Vladimir Zelinsky re mijara dana mûşekên balîstîk ên Tomahawk ji bo Kievê, nîqaş kir.

Çavkaniyan da diyarkirin ku ev cûreyê mûşekan asta leşkerî ya Ukraynayê bilind dike û şiyana armancgirtina deverên di kûrahiya xaka Rûsyayê de bi taybetî jî Moskivê, xurt dike.

Ukraynayê diyar kir ku ev mûşek dê bihêlin serokê Rûsyayê Vladimir Putin vegere maseya danûstandinan.

Trump roja duşemê gotibû ku divê berî ku mûşekan bidin Ukraynayê, ew plana wê ya bikaranîna van mûşekan bizanin.

Girêdayî wê, Putin ji vê gavê hişyarî da û got ku ev gav dê şer girantir bike.

Çaverê ye hefteya bê şandeyeke Ukraynayê serdana Washingtonê bike.

(mh)