Cîhadîstan êrişî artêşa Nîjeyayê kir

Di êrişa cîhadîstan de ya li dijî artêşa Nîjeryayê 7 leşker hatin kuştin û hin din birîndar bûn. Hat zanîn ku cîhadîst girêdayî çetetên DAIŞ'ê ne û êriş bi bombe û balafirên bêmirov pêk anî.

Cîhadîstan êrişî artêşa Nîjeyayê kir
11 cotmeh, 2025   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê êrişeke bi hombe û balafirên bêmirov li dijî baregeheke leşkerî ya bakurê Nîjeryayê kir. Di encamê de 7 leşker hatin kuştin.

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa France Press re ragihandibû ku çekdarên "rojavayê Afrîkayê" yên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê li gundê Negamdo yê nêzî bajarê Maiduguri êriş bi roket û balafirên bêmirov pêk anî.

Çavkaniyê diyar kir ku di êrişê de 6 leşker din birîndar bûn û 4 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin lê zirarê ku gihîştiye cîhadîstan nehate zanîn.

Her wiha, ji ber çandina mayînan ji aliyê cîhadîstan ve rêya lezgîn a Maiduguri hate girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Nîjeryayê ji 16 salan ve di navbera artêşê û komên cîhadîst ên girêdayî DAIŞ'ê de aloziyeke giran heye. Di encamê de bi deh hezaran hatin kuştin û nêzî 2 mîlyon kes koçber bûn.

(mh/k)