Festîvala şehîd Bawer Agir li Kobanê dest pê kir

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir a 6’emîn îro li bajarê Kobanê dest pê kir.

11 cotmeh, 2025   20:46
KOBANÊ

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir a 6’emîn a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve tê lidarxistin, li bajarê Kobanê dest pê kir.

 Festîvala bi dirûşma `Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike’ li Stadyuma Şehîd Bawer Agir a li bajarê kobanê tê li darxistin. Bi sedan şêniyên kantoan Firatê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xwerser ya herêma Bakur û Rojilatê Sûriyê, Patiyên Siyasî, Rêxistinên Jinan, saziyên Sivîl û gelek mêvan ji Kantonên Reqa,Tebqa û Cizîrê, beşdar bûn.

Stadyuma Şehîd Bawer Agir mezintirîn Stadyume li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, îro bi fermî di roja yekemîn a Festîvalê de, hate vekirin. Stadyumê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîdan û bi alan hat xemilandin.

Piştî vekirina Stadyumê, Festîval ji aliyê dayîka Şehîd Bawer Agir, Îslim Derwîş ve hate vekirin, piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto axivî.

Avaşîn Miston Festîval diyarî hemû cangoriyên azadiyê û hemû gelên Azadîxwaz û Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Staduyameke bi vî rengî, bi saya têkoşîn û berxewdana şehîdên me hatiye avakirin. Em ê jî bi rihê têkoşîna wan li ber xwe didin. Em vê Festîvalê diyarî hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, dikin."

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Harûn Apoyî destnîşan kir ku ew ê bi rihê Ciwanan ê dagirkeriyê têk bibin û azadiyê bi ser bixin û got: "Divê Ciwanên me bi hemû hêz û vîna xwe û bi taybet bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê têkoşîn bikin û li ber xwe bidin, ji bo ku em dagirkeriyê ji holê rakin û cenga azadiyê bi ser bixin. Em vê festîvala pîroz li hemû kesên azadîxwaz pîroz dikin."

Dayîka Şehîd Bawer, Îslim Derwîş bixêrhatina hemû kesên hazir kir û wiha got: "Şehîd Bawer bi hemû têkoşîna xwe li dijî dijmin têkoşîn kir û her tim xwe feda dikir. Em bi hêvî ne xwedî li keda Şehîd Bawer derkevin û xwedî hêz bin ji bo ku ew Karibin dijmin têk bibin."

Endezyarê Stadyuma Şehîd Bawer Agir Xelîl Ebdî destnîşan kir ku ew bi vê roja pîroz kêfxweşin û wiha got: "Em vê Stadyumê diyarî hemû şehîdên azadiyê dikin. Ev Stadyuma herî mezin a li ser asta Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê diyarî hemû ciwanan dikin. Ev Stadum ji bo Ciwanan û werzîşê semboleke her bi nirx e."

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Efrîn hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Di salvegera Şehîd Bewer de, di vekirina vê Sradyumê de, em careke din sozên xwe nû dikin. Beriya çend roja salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo bû, salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkanî bû. Dijmin her tim dixwazin hêz û vîna gelê me tune, lê gelê me hêza xwe ji şehîdên xwe digire, wê demê çi dibe bila bibe hêza gelê me ya herî xurt e. Em jî wek PYJ`ê soz didin ku em ê gelê xwe biparêzin û li hemberî dijmin têkoşîn bikin."

Piştî axaftinan komên hunerî yên ên pêkhateyên, Kurd, Ereb, Ermen û Suryan govendên gelêrî pêşkêş kirin. 

Komên ku di roja yekemîn debeşdar bûn ev in:

Festîval bi navê Stadyuma şehîd Bawer Agir hate vekirin. Piştee…

Koma Tolhildanê ji bajêrê Hesekê

Palmêra ya ji bajarê Reqa, Koma Artizax Ermenî ya Dîlanê

Koma Saya Nova ya Hunera Mûzîk û Stratnên Ermenî

Koma Şehîd Evêsta ya Hîlala Zêrîn

Koma Dêrî Firat

Koma şehîd Hevrîn ya Hîlala Zêrîn

Koma Şehîd Sînan ya Dîlanê

Festîvala 6ˋan a Şehîd Bawer Agir li bajarê Kobanê li Stadyûma Şehîd Bawer îro dest pê kir û wê heta 3 rojan bidome.

(Sş/k)

ANHA