4 kooperatîfên çandiniyê hatin avakirin

Nivîsgeha Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Eyn Îsayê ji bo piştevaniya malbatên derfetên wan kêm û koçberan, 4 kooperatîfên çandiniyê ava kirin.

4 kooperatîfên çandiniyê hatin avakirin
4 kooperatîfên çandiniyê hatin avakirin
4 kooperatîfên çandiniyê hatin avakirin
12 nîsan, 2025   03:45
EYN ÎSA
TIRKÎ EL KALIT

Nivîsgeha Projeyên Civakî û Kooperatîfan a Eyn Îsayê ya kantona Firatê 4 kooperatîfên çandiniyê ava kirin.

Li gorî nivîsgehê, 30 malbat dê sûdê ji kooperatîfan wergirin.

Rêvebera nivîsgehê Mihemed Seîd destnîşan kir ku ji bo kirêkirina erdên çandiniyê, dabînkirina pêwîstiyên çandiniyê wekî tov, semad, jenaratorên avdanê destekê didin. Mihemed Seîd diyar kir ku ew plan dikin ku projeyên dîtir wekî kargeha madeyên paqijiyê, kargeheke bilokan, depoya parastina xurekê vekin da ku derfetên kar peyda bikin.

Kooperatîf stûneke modela aboriya komînal a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Kooperatîf ku dûrî navendîbûn û qezanca takekesî ne, xwe dispêrin beşdariya civakê di hilberandinê û dabeşkirina adilane ya çavkaniyan de.

Ji sala 2014’an ve li herêmên Rêveberiya Xweser hejmara kooperatîfan zêde dibe.

(bb)

ANHA