Koma şanoyê ya Siwêdayê bal kişand ser pirsgirêkên jinan

Koma şanoyê ya ji bajarê Siwêdayê, di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de di lîsteka xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinan di dema şeran û rola wan a sereke di civakê de.

Koma şanoyê ya Siwêdayê bal kişand ser pirsgirêkên jinan
12 nîsan, 2025   07:25
QAMIŞLO
 EHMED SEMÎR

Koma Rêveberiya Çandê ya ji bajarê Siwêdayê di Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de beşdar bibû. Komê di lîstika xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinan û zehmetiyên ku di dema şeran de li pêşiya wan derdikevin.

Di 40 salan de Koma Rêveberiya Çandê ya Siwêdayî ji bo pêşxistina şanogeriyê dixebitî û gelek berhemên wê yên li ser xem û pirsgirêkên siyasî, civakî, rewşenbîrî û derûnî yên civakê hene. Bi vî awayî jî ev kom bû neynika civakê ya ku rastiya wê civakê nîşan dide.

Kom di dawiya salên 80’yan de hat avakirin û heta niha zêdetirî 40 berhem pêşkêş kirine û di qada çandî ya Sûriyeyê de cih girtiye.

Di 6’ê Nîsanê de komê lîstikek bi navê “Îcar(kirê)” ya ji nivîsa Ebdulnebî El Zêdî û derhêneriya Mein Diwêir di çarçoveya Festîvala Şehîd Yekta Herekol de, pêşkêş kir. Di lîstikê de bal hate kişandin li ser êşa dayika ku kurê xwe di şer de ji dest dide û zehmetiyên peydakirina wargeheke ewle ji bo xwe û zarokên xwe di şert û mercên şer de.

Şanoger Fadiye Ebû Tirabe ku bi xwe endama Yekitiya Hunermendan e û lîstikvana komê ye got: “Em hatin Qamişlo da ku em di vê festîvala şanoyê ya xweş û balkêş de ku di aliyê çandî de dewlemend û pirreng e, beşdar bibin. Di lîstika xwe de me bal kişand ser pirsgirêkên jinan di dema şeran de û êşa jidestdayîna zarokan ku wekî kûrtirîn êş e. Mijara jinan jî gelekî li gorî ruhê festîvalê ye, nexasim ku tê de jin beşeke sereke bûn.”

Fadiye Ebû Tirabe wiha domand: “Min li Qamişlo hevsengî û hevbeşiya di navbera zilam û jinan de dît. Ev temambûn jî pêşketina fikrî û rewşenbîrî encam dide, çi li ser asta takekesî çi jî li ser asta civakê bi giştî.”

Fadiye diyar kir ku di bajêr de bedewiyeke folklorî, fikrî û çandî heye û got: “Vê pirrengiyê asta festîvalê gelekî bilind û balkêş kir. Ez bi serdana xwe ya ji bo vê herêmê pir kêfxweş im.”

Der barê rola jinan de Fadiye Ebû Tirab got ku jin nifşan perwerde dikin, civakê pêş dixin û fikr û rewşenbîriya zarok pêş dixin, ev jî dihêle ew di sazkirina pêşerojê de beşeke bingehîn bin û got: “Şaşiyeke mezin e ku jin xwe xwe bi temamî bispêrin zilaman, ji ber eger hevsengiya têkiliyê şaş be ew têk diçe.”

Fadiye Ebû Tirab kêfxweşbûna xwe ya ji ber serdana bajarê Qamişlo anî ziman û got: “Ez ê bîranên xweş ji vî bajarî û vê festîvalê bi xwe re hilînim. Me bedewiya rastîn û dîmenên durist ên festîvala şanoyê dîtin. Festîvaleke temam bû, lê di navbera lîstikan de cudahî pir bû. Ev jî ne şaşî ye, dikare di pêşerojê de were çareserkirin. Şaşî pir biçûk in.”

Fadiye Ebû Tirab di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê dîmenên xweş ên bajarê Qamişlo û yê serkeftina jinan tê de, di bîra xwe de bihêle.

(mh)