Nabada ya dîrokî.. şaristaniye li ser erdnîgariya Cizîrê

12 nîsan, 2025   06:15
HESEKÊ

Di kûrahiya kantona Cizîrê de, li bakurê bajarê Hesekê, bajarokê Til Beyder bi cih dibe. Di vî bajarokî de yek ji cihên şûnwar yên herî navdar ên herêmê heye, ew jî berê bi navê “Nabada” dihat naskirin. Nabada mîrnişîneke pêşketî bû û dîroka wê vedigere nêzî 3 hezar sal berî zayînê.

Rûbera cihê Til Beyder nêzî 25 hîktar e û bi şêweyê teşeya xwe balkêş û cuda ye. Tê de qesrek û 5 perestgehên ku derdora wan 2 sûrên parastinê û  4 deriyên sereke hebûn, hatin vedîtin. Ev şûnwar asta pêşketî ya rêxistinkirina sivîl û olî ya wê demê diyar dikin.

Di ser vî cihî re gelek şaristaniyên wekî Mîtanî û Aşûriyan derbas bûne, di serdena Helnestî re jî derbas bû. Lê belê serdema ku tê de Nabada di astên herî bilind ên pêşketinê de bû, berî nêzî 3 hezar salan bû. Wê demê ew navendeke rêveberî û bazirganî ya girîng a girêdayî mîrnişîna Êbla bû.

Til Beyder yek ji zêdetirî hezar cihên şûnwaran ên kantona Cizîrê ye. Ev jî kevnariya dîrok û şaristaniyên ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide.

Wêne: Diyar Ehmed

(mh)