Li dijî êrişa banga xurtkirina têkoşînê

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Li dijî êrişa banga xurtkirina têkoşînê
16 cotmeh 2023   02:37

Rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk Rîm Idrîs û Betûl Hemzawî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivîn.

Rîm Idrîs diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmê û binesaziyan re vê peyamê dide ku ew dikare sûcên qetilkirin û êrişên dagirkirinê pêk bîne, bêyî ku hesab jê were pirsîn an jî rêxistinên îdiayên mirovatiyê dike, wê şeremzar bike.

Rîm Idrîş diyar kir ku êrişên rejîma Erdogan  ne nû ye û wiha got: "Kirinên rejîma Erdogan ên li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcek e ku nayê qebûlkirin.′′

Rîm Idrîş bal kişand ser rola jinan di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de û got: "Divê em têkoşîna xwe xurt bikin, xwepêşandanan li dar bixin, dengê heqîqetê bilind bikin û li hemberî tevahî sûcên li ser gelê me têne kirin, serî hildin."

Betûl Hemzawî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li rêxistinên civaka sivîl kir ku li hember dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser herêmê bisekinin.

(fr)

ANHA