Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye

Candar Oskîlo ji bo debara jiyanê berî da welatên xerîbiyê û dema warê wî tê dagirkirin, vedigere û tev li nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Li gorî Candar Oskîlo mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye û di rêya vê heqîqetê de şehîd bû.

Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
Mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye
16 cotmeh 2023   00:34

Di 8'ê vê Cotmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya gundewarê bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo bombebaran kir û di encamê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê  şehîd bûn û 28 endamên din birîndar bûn. Yek ji wan şehîdan Candar Oskîlo bû.

Cenazeyên şehîd Candar Oskîlo û şehîd Rêzan Mistefa di 12'ê Cotmehê de li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêma Şiqeyêf a bajarê Helebê hatin veşartin

ŞEHÎD CANDAR KÎ YE?

Malbata şehîd Candar ji navçeya Mabeta ya kantona Efrîna dagirkirî ye. Candar di sala 1995'an de li Helebê ji dayik bûye û di nav malbeteke ji 6 kesan (2 keç, 2 kur û dê û bav) de mezin dibe. Candar di nava xwişk û biraryên xwe de yê 3′emîn e.

Candar di biçûkiya xwe de ji Efrînê derdikeve û ji bo ku debara xwe bike berê xwe dide Tirkiyeyê. Piştî ku Efrîn di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê dagirkirin, Candar vedigere warê xwe. Candar li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tê revandin û piştî salekê li beramberî dayîna fidiyê serbest tê berdan. Piştre berî dide bajarê Helebê û li wir bi cih dibe.

Candar Oskîlo di 2021'an de li Helebê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û piştre malbateke biçûk ava dike û di 2023'yan de jî dibe bavê zarokekî ku niha 7 mehî ye.

Pismamê şehîd Candar, Ebdunûr Oskîlo got, şehîd Candar ji welatê xwe hez dikin, lew ra piştî Efrîn hat dagirkirin ji Tirkiyeyê vegeriya. Ebdunûr Oskîlo da zanîn ku Candar salekê li cem çeteyên revandî ma û îşkence lê hat kirin, piştre li beramberî miqdareke pere hat berdan.

GIHÎŞT ARMANCA XWE

Ebdunûr anî ziman ku peyva şehadetê her tim li ser zimanê şehîd Candar bû û got: "Ji bo wî mirina pîroz şehadeta di oxira welat de bû û li dawiyê ew gihîşt armanca xwe. Şehîd Candar li malê û li kar xwedî îradeyeke xur bû. Ne ji bo pereyan tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, lê ji bo parastina xaka xwe û rêgirtina li ber tevlihevî û fesadiyê tev lê bû. Mirovekî aqilmed bû û di karê min û jiyana min a taybet de rêya rast nîşan min dida."

Ebdunûr Oskîlo soza şopandina rêya şehîd Candar û Rêzan da û got: "Divê em şoreşa xwe berdewam bikin û bighînin lûtkeyê heta serkeftin û azadiyê mîsoger bikin."

(mh/bb)

ANHA