ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 - 10 - 2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 - 10 - 2023
15 cotmeh 2023   23:00

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêgirtina li ber belavbûna şoreşê ye. Pêkhateyan got, dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Candar Oskîlo ji bo debara jiyanê berî da welatên xerîbiyê û dema warê wî tê dagirkirin, vedigere û tev li nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Li gorî Candar Oskîlo mirina pîroz şehadeta di oxira welat de ye û di rêya vê heqîqetê de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk li dijî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekemîn dezgeha çapameniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya raporên xwe, şopandina geşedanan û xwendina rewşa siyasî, civakî, aborî û çandî ya herêmê ev 12 sal in erka ronakbîrî û têgihîştinkirina civakê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Rojhilatê Dêrazorê ji bo piştgiriya mewsima çandiniyê ya zivistanî gelek gavan davêje. Komîteyê ruxsetên jeneratorên çandiniyê dide cotkaran û semad, tov û mazotê pêşkêşî wan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî şerê li Xezayê metirsî zêde bûn ku li herêmê, şerekî herêmî rû bide û gef li ewlehiya mayî ya li Rojhilata Navîn bixwe. Nemaze ku gelek hêzên li herêmê gefan dixwin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo bi meşekê bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, meş ji çerxerêya Firneyê ya başûrê navçeyê dest pê dike, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bo daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji hemleya "Azadiya Rêber Ocalan, çareseriya siyasî ya doza Kurdî ye" re nîşan da, li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)