​​​​​​​′Armanc ji komploya navneteweyî şoreş belav nebe′

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêgirtina li ber belavbûna şoreşê ye. Pêkhateyan got, dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin.

​​​​​​​′Armanc ji komploya navneteweyî şoreş belav nebe′
15 cotmeh 2023   23:39

9′ê Cotmehê salvegera 25′an a pêkanîna komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bû. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb û Suryan destnîşan kir ku armanca sereke ya komployê ew e ku rê li ber belavbûna şoreşê bê girtin.

Endama rêveberiya Kongra Star Şadiya Yûsif diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla gelek dewletan ve pêk hat û got: " Armanca komplogeran vîna gelên bi felsefeya wî bawer in bişikînin. Ev komplo bû rojeva qadê û hiqûqnasên banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin."

Şadiya ya ji pêkhateya Ereb got, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bandor li tevahî pêkhateyan kir û projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê pêk hatiye.

′TECRÎD KOMPLOYEKE NÛ YE′

Şadiya anî ziman ku gelek hiqûqnas û rêxistinên mirovî banga serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan dikin û wiha pê de çû: "Ruxmî hêrs û bertekên gel yên li dijî tecrîda li dijî Rêbertî, lê dewleta Tirk a dagirker tecrîdê didomîne. Tecrîd jî komployeke nû û qirêj li dijî wî û gelê wî yê pê bawer e. Armanca ji komployê şoreşa Rêbertî belav nebe. Lê planên komplogeran bi ser nakevin, ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bûye."

Şadiya Yûsif got, ew ê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa bajarê Dêrikê Seyide Îbrahîm a ji pêkhateya Suryan  diyar kir ku plana komployê ji aliyê dewletên Ewropa, Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Îsraîl û îstîxbarata Sûriyeyê ve hat sazkirin û  wiha domand: ′′Rêbertî ji Sûriyeyê ber bi Ewropayê ve derxist û di sala 1999′an de li Kenyayê hat girtin. Em li dijî komployê ne."

Seyide Îbrahîm destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neheqiyek li dijî wî û li dijî gelê wî ye û wiha pê de çû: "Rêber Ocalan fîlozof û rêberekî mezin e. Ruxmî ragirtina wî di girtîgeha Îmraliyê de lê fikra wî belav dibe. Em gel bi fikir û felsefeya rêberê xwe yê mezin ve girêdayî ne heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û  herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin."

Dayika şehîd Ferhad Dêrik, Şêrîn Mihemed Omer da zanîn ku Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd tê dikoşe, lê belê fikra wî dikeve xizmetî tevahî pêkhateyên herêmê, ji lew re komployeke navneteweyî li dijî wî pêk hat.

Şêrîn Mihemed Omer anî ziman ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî pêşkêş bikin û wiha domand: "Em gelên herêmê bi fikir û felsefeya Rêbertî bawer in. Ramanên Rêbertî li tevahî cîhanê belav bûye. Bila komplogr baş bizanin em li ser fikra Rêberê xwe ne. Em ê têkoşînê dewam bikin ta azadadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were."

Dayika şehîd Ferhad Dêrik, Şêrîn Mihemed Omer bal kişand ku dê xiyanet aşkera bibe û gog: "Em ê têkoşînê berdewam bikin û her tiştî pêşkêş bikin ta hesab ji xayînên beşdarî komployê bûne, were pirsîn."

(fr)

ANHA