Li dijî êrişan banga yekitiya nîştimanî hat kirin

Li Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin şermezarkirin û banga yekitiya nîştimanî hat kirin.

Li dijî êrişan banga yekitiya nîştimanî hat kirin
15 cotmeh 2023   17:32

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.

Rûspî, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl ên Helebê li qada Cibênat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û daxuyanî da.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Xalîde Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyekê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û navendên stratejîk ên Sûriyeyê, hatin şermezarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ev êriş berdewama xeta dagirkerî, zordestî û siyaseta bindestkirina gelên herêmê û serdestiya dewletan e.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî navendên stratejîk wekî dagirkirin hat nirxandin û hate gotin, hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berpirsên êrişan in.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hat kirin ku li hember êrişan bibin yek.

(şx)

ANHA