​​​​​​​Li Dêrazorê motorsîklêteke bombekirî hat bêbandorkirin

Tîma Endazyariya Mayinan a Meclisa Leşkerî ya Hecînê motorsîklêteke bombekirî, bê bandor kir.

​​​​​​​Li Dêrazorê motorsîklêteke bombekirî hat bêbandorkirin
15 cotmeh 2023   17:30

Tîma Endazyariya Mayinan a Meclisa Leşkerî ya Hecînê motorsîklêteke bombekirî bê bandor kir.

Motorsîklêta bombekirî li bajarokê Hawîn Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê li ser rêya dibistanan hatibû dayîn û bêyî ku zerar çêbibin, hat bêbandorkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, motorsîklêt bi giraniya 8 kîloyan a madeya TNT a teqemeniya dijwar hatibû bombekirin.

(bb)

ANHA