Li Enqereyê piştî kongreya Çepên Kesk 4 kes hatin destgîrkirin

Hate ragihandin ku piştî kongreya Partiya Çepên Kesk ya îro 4 kes hatine destgîrkirin.

Li Enqereyê piştî kongreya Çepên Kesk 4 kes hatin destgîrkirin
15 cotmeh, 2023   17:33

 

Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist.

Di kongreyê de navê partiyê weke Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate guherandin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku piştî kongreyê 4 kes hatine destgîrkirin. Nehat zanîn navê destgîrkiriyan çi ye û li ku tên ragirtin.