Bi meşeke meşaleyan êriş şermezar kirin

Bi pêşengiya ciwanên şoreşger, bi sedan şêniyên Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Bi meşeke meşaleyan êriş şermezar kirin
7 cotmeh, 2023   18:24

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojilatê Sûriyeyê meşek meşaleyî li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, endamên Pariya Sûriyeya Pêşerojê û tevger jin û ciwanan jî di nav de bi sedan welatiyên Tebqayê beşdarî meşê bûn.

Meş ji taxa Ewel dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên tevgerên jin û ciwanan, pankartên bi nivîsên "Na j êrişên Tirkiyeyê re, na ji bêdengiya navneteweyî re", "Qada hewayî ya Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê bigirin" û "Cenga azadiyê serbixin′′ hildan û bê navber dirûşme berz kirin.

Meş li ber navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk sekîn û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed El Yetîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker sivîlan û navendên girîng dike hedef. Gelên berxwedêr ji bo jiyanê saziyên xwe yên xizmetguzarî bi xwîna şehîdan ava kirine.′′

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, êriş wê gel ji rêya berxwedanê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe û hate gotin: "An jiyaneke azad, an şehadet."

(bb)

ANHA