Nivîsgeha Enerjiyê: 100 gundên Eyn Îsayê bê kehrebe ne

Nivîsgeha Ragihandinê ya Herêma Firatê got, ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî stasyonên kehrebeyê, 100 gundên Eyn Îsayê bê kehrebe ne.

Nivîsgeha Enerjiyê: 100 gundên Eyn Îsayê bê kehrebe ne
7 cotmeh, 2023   18:34

Artêşa Tirk a dagirker deverên cuda yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin û gundê Ebû Sira yê rojavayê navçeyê jî kir hedef. Di encamê de xeta kehrebeyê ya kargeha çemento ji xizmetê derket.

Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Firatê diyar kir ku xeta kargeha çemento  kehrebeyê dide gundên rojavayê navçeyê û Meclisa Cirin.

Li gorî Nivîsgeha Enerjiyê, ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker a dijî stasyonên kerhebeyê derdora 100 gundên li rojavayê navçeyê ji kehrebeyê bê par in.

(bb)

ANHA