ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2023
6 cotmeh, 2023   23:00

-Pirspor û lêkolînerên ji Misirê destnîşan kir Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan delîlê dualîtiya pîvanên navneteweyî ye û pêşxistina berjewendiyên siyasî û komployan li ser nirx û rêgezan e.(BI WÊNE)

-Mihemed Munîr Şêxo ku 6 salan li cem Rêber Abdullah Ocalan maye, destnîşan kir ku Rêber Abdullah beriya destpêkirina komployê gotiye; “Em li ser şûr dimeşin, eger em şaştiyekê bikin wê şûr me qut bike”.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd diyar kir ku ew li ser şopa Gurbetelli Ersoz rastiya pêşengtiya jinan a di şoreşê de ji raya giştî re radigihînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên PYD′ê bang kir ku li hemberî xiyaneta PDK′ê bê deng nemînin û bi berxwedan û têkoşînê êrişan têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Serêkaniyê yên li bajêr mane, diyar kir ku divê herêm were rizgarkirin û ji nû ve ji hêla Rêveberiya Xweser ve were birêxistinkirin û bi boneya salvegera 4′emîn a dagirkirina herêmên xwe got “Bi vegerandina Rêveberiya Xweser dê jiyan û ewlehî vegere.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskar Mihemed Îsa destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê encama hîşmendiya wê ya dijberî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes û Elewiyan e û got, armanca êrişan qirkirina etnîkî û guhertina demgorafî ye e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyekê li navçeya Fafînê li dar dixin, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star a Helebê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê ji bo du rojan li parka Eşrefiyê li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bîlançoya êrişan civîneke çapemeniyê li avahiya daîreyê ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê ji bo şermezarkirina bêdengiya wan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê li ber balafirgeha leşkerî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li gundê Rimêlan Paşa li dar dixe. Meş ji qada Şehîd Xebat a li ketina navçeya Girkê Legê dest pê dike, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Girkê Legê cenazeyê Mihemed El Ilêwî yê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Tirbespiyê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê vedişêrin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Girê Spî yên li navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar dikin, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker li Goristana Şehîd Dîcle dispêrin axê, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Rûspiyan a Helebê ji bo şîrovekirina komploya navnetweyî, armanc, encam û rêbazên sekna li hemberê, civînekê li navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şehîdên êrişa dewleta Tirk a li dijî gundê Til Hebeş li goristana Şehîd Îsmaîl oxir dikin saet di 16:00`n de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 2 şehîdên topbarana dewleta Tirk a dagirker: welatiyê bi navê Ebdullah Sadûn Ebdî û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mecid Nîdal li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê oxir dikin saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA