​​​​​​​‘Dewleta Tirk tenê gardiyan e, hêzên navneteweyî komplo pêk anî’

Pirspor û lêkolînerên ji Misirê destnîşan kir Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan delîlê dualîtiya pîvanên navneteweyî ye û pêşxistina berjewendiyên siyasî û komployan li ser nirx û rêgezan e.

​​​​​​​‘Dewleta Tirk tenê gardiyan e, hêzên navneteweyî komplo pêk anî’
6 cotmeh, 2023   23:35

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku encama Komploya Navneteweyî ya li dijî wî ye û di şexsê wî de gelên herêmê kirin hedef, dewam dike.

Nivîskarê ji Misirê û pirsporê dozên kêmneteweyên li Rojhilata Navîn Îhab Etallah li ser mijarê got: “Em nikarin doza Rêber Abdullah Ocalan ji rewşa mafên mirovan a li Rojhilata Navîn cuda bibînin. Divê ev pîvan li gel guhertinên herêmî û navneteweyî yên ku pîvan guhertin, di ber çavan re derbas bikin. Êdî pîvana cotstandartiyê li piraniya dozên mafên mirovan, bûye rêgez.”

Etallah wiha domand: “Doza Rêber Abdullah Ocalan, beşek ji vê siyasetê ye. 70 salî ye û di girtîgeha takekesî de tê ragirtin. Ji mafên xwe bê par e, tevî ku qanûna navneteweyî û ragihandina mafên mirovan a cîhanê wan dabîn dike. Doza wî, ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî yên diyar li dijî Tirkiyeyê wek kaxizeke zextê tê bikaranîn. Bi piranî ji bo berjewendiyên siyasî tê paşguhkirin.”

Li gorî Etallah, Rêber Abdullah Ocalan rûbirûyî mirina hêdî ye, ji ber ku li Îmraliyê di nava şert û mercên dijwar de dîl hatiye girtin û rêveberiya dewleta Tirk a niha, gelek sûcan li dijî wî dike.

′SIYASETA BERJEWENDIYAN′

Têkildarî bêdengiya rêxistinên hiqûqî jî Etallah wiha axivî: “Piranî rêixstinên polîtaze ne û ajandeyên aliyên fînanse dikin pêk tînin û ew gelek caran li dijî hikumetan di rewş û demên taybet de weke belgeyên zextê bi kar tînin. Bo nimûne dewleta Tirk xwe weke komîseriya mafên penaberan û komîseriya mafên mirovan dibîne, ji ber ku wan rola xwe ya atîfk hiştiye û radestî dewleta Tirk a dagirker kiriye û dema mirov pê re têkilî deyne bersivê dide û dibêje wê ji 2018′an ve xizmetên xwe li Tirkiyeyê sekinandine."

Etallah diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî rola xwe pêk naynin,ew belgeyên zextê ne û di dem û dozên diyar de tên bikaranîn.

′ARMANCÊN KOMPLOYÊ′

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xeyr jî li ser vê mijarê wiha got: "Armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan êdî pir aşkera bûne."

Ebû El Xeyr ji ajansa me re wiha got: “Ev komploya ku destê mezintirîn hêzên hegemon mb cîhanê tê de heye û bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, hîna li dijî gelên Rojhilata Navîn dewam dike û li gorî berjewendiyên hêzên hegemon siberoja xwe nexşe dikin.”

Ebû El Xeyr diyar kir ku wan hêzan karî bi awayekî fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan dîl bigirin, lê nikarîn di aliyê ramanî de dîl bigirin an jî rêbertiya wî asteng bikin.

Ebû El Xeyr wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan erka parastina mafên gelan girte ser xwe û karî hemû astengî û bendên li pêş xwe ji bo gihandina felsefe û ramanên xwe ji gelan re derbas bike."

Ebû El Xeyr da zanîn ku hêzên hegemon dît ku fikir û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan dê li pêş planên wan ên li Rojhilata Navîn û gelên wê astengiyek be, ji lew re biryar dan wî bigirin û radestî rejîma Tirk kirin û xuya plan û planger ji dewleta Tirk mezintir in. Wan hêzan pergaleke taybet ji Rêber Abdullah Ocalan re di girtîgeha yekhucreyî ya li girava Îmraliyê de dûrî cîhanê danî û hîna çavdêriya wê dikin û rejîma Tirk xistin pêş

Dîroknas El Xeyr di dawiyê de wiha got: "Komploya girtina Ocalan xelekek ji rêzekomployên li dijî gelên herêmê û di serî de gelê Kurd bû.”

(şx-fr)