​​​​​​​Berdevka YRJ’ê: Em li ser şopa Gurbetellî Ersoz in

Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Arîn Siwêd diyar kir ku ew li ser şopa Gurbetelli Ersoz rastiya pêşengtiya jinan a di şoreşê de ji raya giştî re radigihînin.

​​​​​​​Berdevka YRJ’ê: Em li ser şopa Gurbetellî Ersoz in
7 cotmeh, 2023   02:06

Îro (7 Cotmeh) Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd e. Ev roj di konferansa duyemîn a Ragihandina Azad ya Jin (RAJIN) ku sala 2013’an hat lidarxistin de, wekî dilsoziya bi bîranîna yek ji şoreşger û rojnamevanên ên pêşeng Gurbetelli Ersoz hat îlankirin.

Şoreşger û rojnamevan Gurbetelli Ersoz 11’ê Tîrmeha 1965’an li gundê Akbulut ê girêdayî bajarê Xarpêtê (Elezîz) yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dine û di rojnamevaniya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de yekemîn gerînendeya giştî ya jin e. Gurbetelli ku yek ji pêşengên ragihandina azad a jin e, di 8’ê Cotmeha 1997'an de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd bi minasebeta salvegera şehadeta Gurbetelli Ersoz û Roja Rojnmevanên Jin ên Kurd li ser têkoşîna rojnamevanên jin axivî.

Arîn Siwêd pêşenga ragihandina jin Gurbetelli Ersoz û di kesayeta Şevîn Bîngol, Denîz Firat û Dilîşan Îbîş ku li ser şopa Gurbetelli Ersoz ji bo eşkerekirina rastiyê xwe feda kirine û bûne pêşengên hemû rojnamevanan bibîr anîn.

‘EM JÎ HEWL DIDIN RASTIYAN RAGIHÎNIN’

Arîn Siwêd bibîr xist ku Şehîd Gurbetelli Ersoz ji bo eşkerekirina rastiya rejîma Tirk û komkujiyên dijî jinan û civakê têkoşînek bê eman meşandiye, bi gotaran ev yek raxistiye ber çavan, lewma ji ber nivîsên xwe hatiye girtin û 4 salan di zîndanên dewleta Tirk a dagirker de maye. Siwêd da zanîn ku Gurbetelli Ersoz li zindanê jî ji bo rojnameya Ozgur Gundem ku yek ji hêmanên ragihandina azad e gotar nivîsandine û dema derketiye jî bûye gerînendeya giştî ya rojnameyê. Bi vî rengî bûye yekemîn rojnamevana jin a ku gerînendetiya giştî dike. Siwêd anî ziman ku piştî demekê dîsa hatiye girtin û 6 mehan di girtîgehê de maye, dema derketiye jî berê xwe daye çiyên Kurdistanê. 

Arîn Siwêd, destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şopa şehîd Gurbetelli Ersoz dimeşin û got: “Şehîd Gurbetellî tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe domand. Em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin rastiya dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî re eşkere bikin, reng û dengê jinan di nav şoreşê de bidin diyarkirin."

‘ARTÊŞEK ROJNAMEVANAN HAT AVAKIRIN’

Arîn Siwêd diyar kir ku têkoşîna rojnamegeriyê ya li Kurdistanê ji dîroka Kurdan a tije komkijî û êriş qut nîn e û got: "Pêwîstî bi damezirandina ragihandineke azad û rêxistinkirina rojnamegeriya jin hebû da ku rastiya pêşengtiya jinan a di şoreşê û jiyanê de bê diyarkirin. Ji hejmareke kêm a jinên rojnameger, artêşek rojnamegeran hat ava kirin. Li Bakûr û Rojhilate Suriyeyê gelek saziyên weke radyoya STAR FM, ofîsa JIN TV û nûnertiya NUJINHA hatin avakirin. Her wiha di nav saziyên ragihandinê de beşên jin hatin avakirin."

Arîn Siwêd destnîşan kir ku tevî hemû êriş û zehmetiyan jî, pêwîstî heye ku rojnamevanên herêmê û derve destekê bidin şoreşê da ku rastî bê diyarkirin.

Arîn Siwêd soza domandina têkoşîna rojnamevaniya li ser şopa şehîdên ragihandina azad da.

(mh/a)

ANHA