​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-10-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-10-2023
1 cotmeh, 2023   23:00

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û mafên xwe bi dest bixin, têkoşîna wan berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn behsa sedemên koçberiyê kir û got pirsgirêka sereke siyasî û ewlehî ye û destê gelek hêzên herêmî û xwecih tê de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên sûriyeyî destnîşan kirin ku xwepêşandanên li Siwêdayê bi sedema zexta hikumeta Şamê ya li ser gel e û bang li şêniyên Siwêdayê kir ku rê nedin destwerdanên hêzên rojavayî ku armanca xwepêşandanan li gor berjewendiyên xwe biguherin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, dê bibe sedem ku dînamoyên avê yên Reqa û gundewarê wê ji xizmetê derkevin. Di vê çarçoveyê de gerînendeyê Nivîsgeha Avê ya Reqayê Hisên El Cerceb got wan boriyên stasyonan berdana cihê herî kûr da ku avê bikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Rewşenbîr û dîroknasên Reqayê li nava Muzexaneya Bajar Odeya Çanda Gelan vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê dide saet di 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, der barê şehîd Şervîn Serdar, Nûcan Ocalan û Canda Cûdî semînerek dide û sînefizyonekê têkildarî jiyana her sê şehîdan li avahiya rêveberiyê pêşan dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermen girêdayî dorpêçkirina Artsaxê û êrişa azerî, li qada Suryan a Hesekê daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo bîranîna şehîd Amîghan Akarsel Akademiya Jineolojiyê û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Qamişlo daxuyaniyekê didin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya rojbûna pêxember Mihemed, Kongra Îslama Demokratîk şahiyeke olî li avahiya xwe ya li taxa Xelîc a Qamişlo li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê xwepêşandanekê ji Girê Meştenûrê li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA