Qendîl hat bombebarankirin

Balafirên şer bi nizmî li ser Binarê Qendîlê digerin. Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê ragihand ku heta niha jî dengê bilind ê bombebaranê hate bihîstin lê ziyanên bombebaranê nayê zanîn.

Qendîl hat bombebarankirin
1 cotmeh, 2023   20:51

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşad Îbrahîm ji Rojnews’ê ragihand ku saet di 21:15’an de balafirên şer li ser Binarê Qendîlê digeriyan.

Her wiha diyar kir ku dengên bilind ên bombebaranê li Kunzîne ya nêzîkî Pirdeşal, gundê Bolê, nêzîkî gundê Mawnan, nêzîkî gundê Zengelîn hatiye bihîstin, lê heta niha zerer û ziyanên bombebaranê nehatiye zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku di 5’ê Îlonê de balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî Şaredariya Binarê Qendîlê wesayîtek barhilgir bombebaran kir û ziyaneke mezin gihişt welatî û Şaredariya Binarê Qendîlê.

Her wiha di 20’ê Îlonê de wesayîtek li nêzîkî gundê Enzê ya Binarê Qendîlê hate bombebaran kirin lê ti ziyaneke canî çênebû.

Herî dawî jî di 27’ê Îlonê de gundê Bokrîskan hate bombebarankirin û di encamê de welatiya bi navê Estî Mihemed şehîd bû û welatiyek jî birîndar bû.