Têkiliyên Misir û Îranê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, behsa guhertinên mezin ên li cîhanê, normalîzekirina têkiliyên Misir û Îranê û rewşa li Xezayê jî kir.

Têkiliyên Misir û Îranê rojeva rojnameyên erebî ne
2 cotmeh, 2023   07:58

Rojnameya Cumhuriye ya Lubnanê têkildarî guhertinên navneteweyî nûçeyeke bi sernavê “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê” parve kir.

Di nûçeyê de rojnameyê destnîşan kir ku tunebûna statuyekê li Qerebaxê û “veguhastina Ermenan bêyî bertekên hêzên mezin, nîşan dide ku lihevkirinên veşartî û peymanên kirêt hene. Dûrxistina Kurdên Îranê ji sînorên Îranê, di heman çarçoveyê de ye. Li Sûriyeyê, hemwextî serhildana durziyan li Siwêdayê û banga ji bo rêveberiya xweser, li Dêrazorê ji bo ji nû ve rêzkirina hêzan, şerekî mezin heye. Nemaze piştî kuştina fermandarê koma Wagnerê û vekişîna wan ji zeviyên petrolê yên Dêrazorê.

Rûsya dixwaze bilez hêzeke alternatîf amade bike ji bo ku rê nede Îranê valahiya li wir da dagire. Di heman çaçroveyê de, çûyîna Esed ji bo Çînê, hemwextî wê Rûsya û Çînê formeke têkildarî nûkirina hêzên destwerdana lezgîn a navneteweyî, pêşkêş kir. Tevî neqebûlkirina Hizbullahê, lê Washingtonê dirêjkirina dema mayîna van hêzan pêşniyar kiribû.

NORMALÎZEKIRINA MISIR-ÎRANÊ

Der barê têkiliyên Misir û Îranê de rojnameya Şerq El Ewsat got wezîrê karên derve yê Îranê plan dike hefteya bê serdana Misirê bike.

Di çend hefteyên dawîn de hevdîtin di navbera rayedarên misirî û îranî de zêde bûn. Li gorî çavdêran, ev lezbûna normalîzekirinê derfeta pêşxistina têkiliyên dîplomasiyê xurttir dike piştî ku 4 serdeman taloq bûbûn.

HEMAS XWEPÊŞANDANAN DIDOMÎNE

Rojnameya El Ereb diyar kir ku piraniya niştecihên Xezayê ditirsin ku Îsraîl careke din deriyên bajêr bigire. Nemaze ku Hemas bi israr e aloziyê bidomîne. Xwepêşdanên li ser sînorên rojhilat didomîne.

Bi hezaran xezayî li mêtingehên nêzî Xezayê kar dikin. Dema deriyê Îrîz hat vekirin, wan nefeseke rihet girt ku desthilata Îsraîlê ji ber hincetên ewlehiyê çend rojan girtibû.

(şx)