Nivsîkarekî ermenî: Rûsan Ermenî bi tenê hiştin

Nivîskarê ermenî Narek Abrahamyan got, ji sala 2020′î ve nêzîkatiya Moskovê li ser esasê berjewendiyên li gel Azerî û Tirkan e û got: ′′Rûsya bêaliya Tirkiyeyê di şerê li Ukranyaê de jî bi dest xist û di şerê li Sûriyeyê de bi hev re koordîne dikin."

Nivsîkarekî ermenî: Rûsan Ermenî bi tenê hiştin
1 cotmeh, 2023   05:57

20′ê Îlonê Azerbaycanê bi carekê êrişî Qerebaxê kir. Şev û rojek bi şûn de Qerebaxê biryara danîna çekan da. Piştî êrişê bi hezaran Ermen koçber bûn.

Serokkomarê Qerebaxê Samvel Chakramanian bi giştînameyekê ragihand ku dê hemû sazî û rêxistinên hikumetê ji 1’ê Çileya 2024’an ve ji holê rabin û dawî li Komara Qerebaxê were.

Dibe ku tevahî xelkê Ermenistanê ku hejmara wan 120 hezar kes koçber bibin.  Serokkomarê Ermenistanê Nikol Pashinyan got, Azerbaycanê operasyoneke qirkirina etnîkî li Qerebaxê pêk bîne, nemaze ligel şerê li başûrê Kafkasyayê yê di navbera gelek hêzan de wekî Rûsya, Tirkiye, Îran û DYA′yê.

Nivîskar û generalê ermenî yê teqawidbûyî Narek Abrahamyan anî ziman ku di navbera dewletên navborî de derbarê Qerebaxê de tu hevrikî tune ye û got: “Şer wekî kaxezekê ji aliyê Rûsan ve hat bikaranîn da ku li gorî berjewendiyên xwe zextê  li Azeriyan an jî Ermeniyan bike."

Narek Abrahamyan got,′′Ji sala 2020`an ve Rûsya li gor berjewendiyên xwe bi Azerbeycanê re xwe daye milê azerî û tirkan (mezinên azeriyan ku hewl didin xewna yekkirina dewletên toranî ji Asya navîn bigire heta bigihêje beşa Tirkiye ya ewropî pêk bînin). Her wiha bêaliya Tirkiyeyê di şerê li Ukranyaê de jî bi dest xist û di şerê li Sûriyeyê bi hev re koordîne bikin.′′

Abrahamyan têkildarî helwesta Sûriyeyê di şerê 44 rojan de û piştî wê ev nirxandin kir: "Rûsan pişta xwe dan hevalbendên dewletên serbixwe yên ku dev ji peymanên hevalbendan berdan û Ermenistanê li hemberî êrişên tirkî, îsraîlî, azerbaycanî û îslamên tundraw re hiştin. Piştî 44 rojan Rûsan mudaxele kir. Dema ku agirbest ji bo Azerbaycanê hat ferzkirin êdî diyar bû ku Ermenistanê bi tenê li hemberî gefên li ser statûya dewlet û gel hat hiştin. Di vê pêvajoyê de Rûsan xwestin desthilata Ermen biwestînin û dewletê bi tevahî saziyên wê kontrol bikin. Di heman demê de xwestin daxwaza tirkî-azerî ya avakirina kerîdora Zangzûrê ava bikin da ku Azerbaycanê bi Tirkiyeyê ve were girêdan ku ev kerîdor bi bin kontrola Rûsan de be. Plan ew bû ku serweriya dewleta Ermen were tunekirin. Tu vebijêrk li pêşiya desthilata Ermen tune bû, ji bilî ku li hevbendiya bi dewletên serbixwe re vegere û li lihevkirinan bigire, ji ber dît ku bi rêya hevbendiyan wê karibe serdestiya welat û xaka Ermenan biparêze. Ermenistan ji bo ku vê armancê pêk bîne berê xwe de hêzên herêmî û navneteweyî yên din."

Abrahamyan anî ziman Îran a ku Îran beriya Rûs û Tirkan mudaxele kir û roleke sereke û mezin lîstin. Her wiha diyar kir ku destwerdana Ewropayê mîna ya Amerîkayê bû ku li dijî Rûsyayê û dixwazin bandora Rûsya li herêmê sînordar bikin.

Abrahamyan destnîşan kir ku hinek dewletên herêmê ji ber sedemên ewlehî û aborî destek dan Rûsyayê, lê ev gav derfet dan dewletên din ên li dijî Rûsyayê ku rê nedin Rûsyayê li gorî kêfa xwe tev bigere.

(bb)

ANHA