Şagirtên Şehîd Seyîd Evran wî vedibêjin

Şagirtên rojnamevan û nivîskarê şoreşgerî Seyîd Evran destnîşan kir ku şehîd Seyîd Evran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nifşekî zane ji rojnamevanên şoreşger ava kir û wan fêrî ragihandina azad kir. Şagirtên şehîd soza şopandina rêya ragihandina azad da.

Şagirtên Şehîd Seyîd Evran wî vedibêjin
30 îlon, 2023   00:06

Rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran yek ji pêşengên tevgera ragihandina demokratîk a azad e û yek ji stûnên ragihandina azad a Kurdistanê ye. Seyîd Evran di 22'yê Îlonê de ji ber nexweşiya dil şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Evran di 27'ê Îlonê de bi beşdariya girseya gel û rojnamevan û nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hat veşartin.

Şagirtên rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran wî wekî endazyarê xeta ragihandina şoreşgerî ya azad pênase kir û gotin, dê pênûs û kamereya wî li erdê nemîne.

Edîtorê ANHA'yê Ekrem Berekat ji 2011'an de rojnamegeriyê dike, şehîd Seyîd Evran wekî endazyarê xeta ragihandina şoreşgerî ya azad bi nav kir û got: "Şehadeta hevrê û mamoste Seyîd Evran ji bo me xisareke mezin e.  Şehîd Seyîd Evran yek ji stûnên ragihandina azad li Kurdistanê ye û yek ji damezirînerên wê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Berekat destnîşan kir ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re, komek kesan erka ragihandina şoreşê hilda ser milên xwe û hewl dan îrade û daxwazên gelê herêmê ji tevahî cîhanê re ragihînin û got: "Destpêkê derfeta karê ragihandinê, ne di aliyê teknîkî ne jî di aliyê akademîk de tune bû, ji ber ku hikumeta Şamê rê nedida gelê Kurd karê ragihandinê li Sûriyeyê bike."

Berekat destnîşan kir ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re wan bang li rojnamevanên Kurd ên aliyên din ên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir ku destekê bidin wan û da zanîn ku di serî de rojnamevan Seyîd Evran xwedî li banga wan derket. Berekat got: "Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re Seyîd Evran derbasî herêmê bû. Ez serbilind im ku ji kesên pêşîn bûm ên ku Seyîd Evran nas kirine."

′NIFŞEKÎ ROJNAMEVANÊN ŞOREŞGER AVA KIR′

Rojnamevan Ekrem Berekat anî ziman ku rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran rêya ragihandina azad a heqîqetê nîşanî wan dida û got, şehîd Seyîd Evran her tim digot ′Divê em rojnamevanên şoreşger bin. Çima vê gotinê dikim, ji ber gelê Kurd ji sedên salan ve têkoşîneke mezin nîşan dide. Dagirkeran Kurdistan dabeşî çar parçeyan kirin û niha dixwazin gelê Kurd parçe bikin û qir bikin. Ji ber vê yekê divê niha em li gorî şoreşa ku gelê Kurd li hemberî dagirkeran dimeşîne, xwe bi rêxistin bikin.′

Berekat diyar kir ku têkoşîn û armanca sereke ya rojnamevan şehîd Seyîd Evran ew bû ku pîvanên ragihandina azad werin pêkanîna û rojnamevanê şoreşger were avakirin ku bingehên wê ji aliyê şehîd Mazlûm Dogan ve hatine danîn. Berekat bi domdarî got: "Bi rastî şehîd Seyîd Evran ji rojnamevanên şoreşger wek şehîd Rizgar Deniz û Dilîşan Îbiş û gelek wek wan nifşekî zana ava kir ku têkoşîn û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî cîhanê re ragihandin."

Berekat şehîd Seyîd Evran wekî dibistan û akademiyeke ragihandina azad bi nav kir û got: "Em nikarin li şehîd û mamoste Seyîd Evran wekî ku kesek an rojnamevanek ji rêzê ye binêrin, lê belê wekî dibistan û akademiyeke ragihandina azad e. Em soz didin şehîd Seyîd Evran ku wê pênûsa wî zuha nebe, lênûs û kamereya wî neyên girtin."

Nuçegihana ANHA'yê Medya Henan bi rêya şehîd Evran di 2014'an de tev li karê ragihandinê bû. Medya Henan diyar kir ku şehîd Seyîd Evran girîngî dida baldarî û leza di kar de û got: "Me girîngî nedida vê xalê, lê piştî ku ez tev li qada ragihandinê bû, min ev yek ferq kir û min karê xwe di wextê xwe de pêk anî."

Li gorî Medya Henan,  şehîd Seyîd Evran rojnamevanê yekemîn e ku wê nas kir û li ser hinek taybetmendiyên şehîd jî wiha got: "Şehîd Seyîd Evran her tim digot divê em bi karê xwe hîs bikin û bi mijarên ku em li ser dinivîsînin re bijîn. Digot, divê em di nava gel de bin, li kolan û taxan bin. Her tim digot, di her kolanekê de çîroek heye û di her çîrokekê de dîrokek heye ku balê dikişîne ser têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê. Tişta ku bandor li min kir ew bû ku şehîd Seyîd Evran hestên xwe dixist xizmeta mijara xwe ya ragihandinê. Dema kamereya xwe radir te digot qey diçe cengê. Şehîd Seyîd Evran me fêrî alfabeya ragihandina azad kir."

′ŞEHÎD SEYÎD RÊYA ME RONÎ KIR Û DÎROKA ME BI ME DA NASKIRIN′

Nûçegihanê ANHA'yê Ehmed Semîr ku di dawiya sala 2016'an de tev li karê ragihandinê bû ku niha jî di ajansa me de nûçegihaniyê dike. Ehmed Semîr perwerdeya xwe ya yekemîn li ber destê şehîd Seyîd Evran girt, anî ziman ku ew serbilind e ji ber ku yek ji şagirtên şehîd Seyîd Evran e û wiha got: "Min pewerdeya xwe ya yekemîn li ber destê mamosteyê mezin şehîd Seyîd Evran girt. Di perwerdeyê de em fêrî pîvanên ragihandina azad û çawaniya ragihandina heqîqetê bûn."

Semîr diyar kir ku şehîd Seyîd Evran wan bi dîroka gelê Kurd da nasîn û wiha pê de çû: "Şehîd Seyîd Evran ansîklopediyekî dîroka Kurdan û têkoşîna wan a li çar parçeyên Kurdistanê bû. Sehîd Seyîd Evran hewl da ezmûnên xwe yên bi salan bi me re parve bike. Piştî perwerde bi dawî bû min erka lêkolînkirina dîroka gelê Kurd û gelê herêmê girte ser xwe.′′

Ehmed Semîr got: "Em ji dîroka xwe dûr bûn, lê şehîd Seyîd Evran rêya me ronî kir û dîroka me ya jibîrkirî bi me da naskirin. Dîroka gelê Kurd dewlemend e, Kurdan  di sed salên dawîn de gelek zehmetî dîtin û êş kişandin, lê tê koşiyan, li ber xwe dan û serî ji celadên xwe re netewandin."

Şagirtên şehîd Seyîd Evran soz dan ku dê têkoşîna li ser xet û pîvanên ragihandina azad bidomînin û got: "Meşaleya ku Mazlûm Dogan pê xist û şehîd Gurbetallî Arsos hilda û radestî Xelîl Dag û Seyîd Evran kir wê li Rojava venemire."

(mh)

ANHA