Xelkê Dêrikê: Em bi berxwedana gerîla hene

Şêniyên bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo destnîşan kirin ku hebûna kurdan bi berxwedana gerilayên azadiyê ve girêdayî ye gotin ku ew ê heta dawiyê piştevanên wan bin.

Xelkê Dêrikê: Em bi berxwedana gerîla hene
29 îlon, 2023   01:17

Welatiyên Dêrikê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medya û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re hêrsa xwe anîn ziman û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatme Izedîn êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û got: “Bila dijmin bizane ku ew nikarin kurdan qir bikin. Heta ku gerîla ax û rûmeta vî gelî biparêzin, ew nikarin vê tevgera xwedî li firkên Rêber Abdullah Ocalan derketiye tune bikin.”

Fatime Izedin destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê rûmeta Kurdan diparêzin û piştgiriya xwe ji bo wan anî ziman.

Welatiyê bi navê Mihemed Mehmûd jîg hevkariya PDK`ê ya bi artêşa Tirk re şermezar kir û xwest ku hemû kes dijî xiyanetê derkeve. Mihemed Mehmud destnîşan kir ku hebûna kurdan bi gerîla ve girêdayî ye û got: “Divê em tevahî heta dawiyê piştgiriya şervanan bikin.”

Welatiyê bi navê Deham Seîd Elî berxwedana gerîla silav kir û got: “Ew ji bo parastina tevahî gelan û ewlehiyê têdikoşin. Edaletê belav dikin û rûmeta gelan diparêzin.”

 Welatiyê bi navê Ehmed Torî jî got: “Gerîla ne tenê gelê Kurd, tevahî gelên bindest diparêze. Heta serekftin pêk were em piştevanên wan in.”

(şx/a)

ANHA