ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-09-2023
28 îlon 2023   23:00

-Lêkolîner û aktîvîstên misirî siyaseta bêdengiyê ya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got sûcên li dijî Rêber Ocalan durûtiya hêzên navneteweyî nîşan didin. (BI WÊNE).

-Şêniyên Navçeya Tirbespiye êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK`ê bi dagirkeran re şermezar kirin û bang li gelê Başûr kir li hemberî xiyaneta PDK`ê rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo destnîşan kirin ku hebûna kurdan bi berxwedana gerilayên azadiyê ve girêdayî ye gotin ku ew ê heta dawiyê piştevanên wan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê de sivîlek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn. Her wiha di encama bersivdayîna êrişan de jî 7 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê mîhrîcanekê ji bo zarokan li herêma Cebanat ê beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet di 17:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên navçeya Til Birakê sersaxiyê ji malbata şehîda Ridwan El Ubeyd re dixwazin. Sersaxî li gundê Um Hicêra Qudat tê dayîn, saet di 17:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA