Şêniyên Tirbespiyê: Divê gelê kurd li hemberî xiyaneta PDK`ê rabe

Şêniyên Navçeya Tirbespiye êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK`ê bi dagirkeran re şermezar kirin û bang li gelê Başûr kir li hemberî xiyaneta PDK`ê rabe.

Şêniyên Tirbespiyê: Divê gelê kurd li hemberî xiyaneta PDK`ê rabe
29 îlon, 2023   02:38

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Kurdistanê, bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. li beramberî van êrişan gerîlayên azadiyê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.

Der barê vê yekê de şêniyên Tirbespiyê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin û diyar kir ku ew xiyaneta mala Barzanî qebûl nakin û ew ê wek gelê Kurd pişta gerîlayên xwe bigirin.

Welatiya bi navê Etiya Hesen xiyaneta mala Barzaî bi dijminê Kurdan re şermezar kir û bang li mala Barzanî kir, bi dijminê kurdan re nekevin nava planên qirêj.

Etiya wiha axaftina xwe dewam kir: "Îro dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê êrişên xwe li ser tevahî Kurdistanê zêde kirin bi taybetî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Em wek gelê Kurd van kiryar û êrişan û sixûrtiya PDK`ê şermezar dikin."

Etiya di dewama gotinên xwe de got bi destekdayîna PDK`ê û di bin siya ala Başûrê Kurdistanê de baregehên leşkerî ji dewleta Tirk a dagirker têne avakirin. Ji van baregehan êrişî dibin ser gerîlayan.

Di dawiyê de Etiy Hesen bang li tevahî gelê Kurdistanê kir li gerîlayên azadiyê xwedî derkevin wiha got: "Em ji mala Barzanî re dibêjim heger îro em in û sibe hûn in, êdî li ser planan hişyar bin."

Welatiyê bi navê Xalid Xelef jî got bi awayekî rojane dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK`ê êrişî Başûrê Kurdistan dikin. Dixwazin bi van êrişan îrada gel bişkênin lê ti carî îradeya vî gelî naşike.

Xalid Xelef wiha got: "PDK`ê ji bo rê li ber dijminê Kurdan veke, li Herêmên Parastinê yên Medyayê baregehan ava dike û radestî dewleta Tirk a dagirker tê kirin."

Di dawiyê de Xalid Xelef got: "Em bang li PDK`ê dikin ji xeta sixûrtiyê û xiyanetê vegerin. Pêwîstiya me bi yekitiyê heye, armanca dewleta Tirk ew e ku tevhî xaka Kurdistanê dagir bike."

Şefîq Silêman jî wiha got: "Em hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar dikin û em ji Barzanî re dibêjin nebe alîgirê dewleta Tirk a dagirker."

Şefîq Silêman bang li tevahî Kurdan, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên PDK`ê rabin û helwesta xwe nîşan bidin.

ANHA