Li Til Temirê ji ber topbaranê kehrebe bi temamî qut bû

Dewleta Tirk a dagirker torên kehrebeyê yên li hember gundê Um El Kêf ê rojavayê Til Temirê topbaran kir. Di encamê de kehrebe ji ser navçeyê bi temamî qut bû.

Li Til Temirê ji ber topbaranê kehrebe bi temamî qut bû
25 îlon 2023   06:41

Nûçegihanê ajansa me ragihandin ku dewleta Tirk saet di 5:00`an de torên kehrebeyê yên li hember gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir. Di encamê de kehrebe ji ser navçeyê bi temamî qut bû.

(şx)

ANHA