Li Çînê di kana komirê de şewat derket: Herî kêm 16 kes mirin

Di kana komirê de ya bi navê Shanjîaoshû ya li başûrê rojavayê Çînê şewat derket. Di şewatê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Çînê di kana komirê de şewat derket: Herî kêm 16 kes mirin
25 îlon 2023   07:02

Hat ragihandin ku şewata li kanê roja Yekşemê di saet 08.10’an de derketiye. Rayedarên bajarê Panzhoûyê eşkere kirin ku wan şewat vemirandiye, lê tespît kirine ku herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gor tesbîtên ewil şewat bi kembera barkêşê ketiye û wiha berfireh bûye.

Her çendî ku ewlehiya kanê li Çînê di nava deh salên dawî de baştir bûye jî, ji ber sepandina lawaz a bendên ewlehiyê hîna jî di gelek kanan de qeza çêdibin.

Di Sibatê de li Moxolistana Hundirîn a bakurê Çînê, di encama hilweşîna kaneke komirê ya vekirî de 53 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Bi dehan mirov û wesayît di bin xakê de mabûn. Rayedaran qasî bi mehan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, aşkera nekir. Hatibû aşkerakirin ku di meha Hezîranê de 53 kesan di vê qezayê de jiyana xwe ji dest dane.